Welatiyekî Kurd li bajarê Pîranşarê hate binçavkirin

17:17 - 27 Nîsan 2021

Roja Dûşemî 6`ê Banemerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Resûl Ebdulanijad”,ê Kurê “Ebûbekir” xelkê gundê “Gergûl”a xwarê û rûniştiyê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzn ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî, “Resûl Ebdulanijad” binçav kirine û piştre bo cihekî nexûya, vegûhastine.  

Heta niha lêpeyketina malabata wî welatiyê Kurd, ji bo agehdar bûn ji qedera kurê xwe, bê encam maye.

Heta dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin, ti zanyariyek li ber dest nîne.