welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Mihabadê bi danîna barimteyê hate azadkirin

12:03 - 12 Çirriya paşîn 2020

Roja Çarşemî 21ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Umîd Ebasî” xelkê  gundê “Îndirqaş” yê ser bi bajarê Mihabadê piştî 123 rojan bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd piştî bi dawîhatina jêpirsîna wî li girtîgeha ewlehî ya bajarê Mihabadê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin .

Ew welatî roja Çarşemî 11ê Pûşperê bi bê hebûna belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partên Kurd yên opozîsyon yên hikûmeta Îranê” hatibû tometbarkirin.