Welatiyekî Kurd di Şinoyê de hate binçavkirin

16:16 - 18 Çirriya pêşîn 2020

Roja Pêncşemî 24ê Rezberê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mela Cimşîd Hemîdî” kurê “Mehmûd” xelkê gundê “Şawane” yê ser bi bajarê “Şinoy”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala wî welatiyê kurd û bi bê hebûna belgeya yasayî navbirî binçav kirine.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Ew welatiye piştî binçavkirinê bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên îdareya Îtilaat a Urmiyê hate veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Mela Cimşîd Hemîdî” hatî sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nine.