Welatiyekî Kurd di girtîgehê de çarenivîsa wî nexuya ye

17:32 - 1 Îlon 2020

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Rehman Rehîmpûr” xelkê bajarê Seqizê, di girtîgeha hêzên ewlehî de ye û qedera wî nexuya ye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye di dema binçavkirinê de tenê carekê digel malbata xwe pêwendiya telefonî girtiye û malbata “Rehman” li rewşa kurê xwe agehdar nînin.

Wê çavkaniyê di berdewamiyê de got: “Ew welatiye bo lêkolînê bo îdareya îtila`ata bajarê Sineyê hatiye veguhastin”.

Herwisa wê çavkaniyê bas kir, hêzên ewlehî ragihandine ku heya dawîhatina heyama lêkolîna wî, dosiya wî di girtîgehê de radigrin.

“Rehman Rehîmpûr” roja Çarşemî 22`ê Gelawêjê, di parka Lale ya bajarê Seqizê de, bi bê hebûna belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” binçav kiribûn.

Hêzên ewlehî piştî binçavkirina wî welatiyê Kurd êrîş kiribûne ser mala navbirî û dest bi ser lebtaba wî de girtibûn.