Welatiyekî Kurd di bajarê Bokanê de hate binçavkirin

16:00 - 15 Çirriya pêşîn 2020

Roja şemî 19ê Rezberê welatiyekî Kurd ê bi navê “Osman Xudakeremî” kurê “Kerîm” xelkê gundê “Wetemîş” a ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate bincavkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi bê hebûna belgeya yasayî binçav kirine û bo cihek nediyar veguhastine.

Tevî peyketina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji çarenivîs û cihê ragirtina kurên xwe ti zaniyarî ji ber destê wan neketiye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê de hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.