Welatiyekî Kurd bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo girtîgrha Sineyê hate veguhastin

16:24 - 22 Îlon 2020

Roja Şemî 29`ê Xermananê, “Ako Kerîmî” kurê “Seyfullah”, yek ji welatiyên nerazî yên nerizayetiya meha Xezelwer a sala 1398`an, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Sineyê hate veguhastin.      

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, du roj piştî kombûna nerizayetiya meha Xezelwerê, hêzên ewlehî êrîş kiribûne ser mala wî welatiyê Kurd û bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî navbirî binçav kiribûn.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî maşîna şexsî ya wî welatiyê Kurd bo vekolînê biribûne qerargaha Şaramfer di bilwara “Şiblî” ya bajarê Sineyê.

Wê çavkaniyê eva jî got: “Ew ciwanê xelkê bajarê Sineyê piştî dawîhatina heyama lêkolîna wî bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin û piştre ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Sineyê bi tohmeta beşdarîkirin di kombûna nerizayetiyan de bi 6 meh heps hatibû cezadan.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Piştî piştrastkirina cezaya wî ciwanê di dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê de, “Ako Kerîmî” bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo girtîgeha navendî a bajarê Sineyê hate veguhastin.