Roja Şemî 27ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Hesen (Rehman) Beratî”, kurê Îsmaîl, xelkê gundê “Bava” yê ser bi devera Mirgewer, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hate veguhastin.
Ew girtiye, niha di benda qerentîne ya girtîgeha bajarê Urmiyê de ye.
15ê Gelawêja sala 1398an, li taya 3 a dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadwer “Riza Necefzade” hatibû dadgehîkirin û bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijbeê hikûmeta Îranê”, bi 5 sal girtîgeha teizîrî hatibû cezadan û ew cezaye li taya 1 a dadgeha pêdaçûn ya bajarê Urmiyê, bo 6 meh girtîgeha teizîrî hatibû guherîn.
“Hesen (Rehman) Beratî” 10ê Pûşpera sala 1398an, di dema karê hasiliyê de li gundê “Bava”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî 17 roj binçavkirina wî li odeya kesî a girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Urmiyê, bo benda 4-3 a girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin û piştî 23ê rojan bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.