Welatiyekî Kurd bi hegera Teqîna gule xumpareyekê canê xwe ji destda

11:44 - 17 Adar 2020

Roja Duşemî 26`ê Reşemê, welatiyekî Kurd bi navê “ Keywan E`zemî “ temen 37 salî û xelkê gundê “ Kilêne” a bajarê Serpêl Zehaw ê, bi sedema teqîna gule xumpareyekî di cihde mayî a şerê 8 sale a Îraq û Îranê, bi sedema kurahiya birînan canê xwe ji dest da.

Ew bûyera, roja yekşemî 25`ê reşemê çêbû Roja piştî hingê anku Duşemiyê wî welatiyî bi sedema kurahiya birînan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Piştî derbasbûna zêdetir ji sê dehikan bi ser dawî hatina şerê Îran û Îraqê, deverên çandî bi mîn û alavên şer li Kurdistanê, bi berdewamî canê welatiyan dibe qurbanî û heya niha rejîma Îranê, ti pêngavek bo paqij kirina wan deverên mîn rêj nehavêtiye her wisa Kurdistan û Herêmên Sinûrî tejîne ji Mîn û Teqemenî.