Welatiyekî Kurd bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hate azadkirin

17:37 - 13 Adar 2021

Roja Şemî 23`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Wahîd Şixmihemedî”, xelkê gundê “Eliyava” yê ser bi bajarê Şinoyê bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Tometa ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê” hatiye ragihandin.

Ew welatiye, roja Çarşemî 20`ê Reşeme, piştî heyama lipêrsînê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.

Roja Şemî 11`ê Rêbendanê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kirine ser mala Wahid Şixmihemed, û piştî lêkolîna malê, wî binçav dikin.