Welatiyekî Kurd bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgehê hate azadkirin

18:45 - 19 Îlon 2020

Roja Şemî 29`ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Fuwad Mihemedpûr” kurê “Osman” xelkê gundê “Alîkend” a ser bi bajarê Bokanê, bi danîna barimteya 400 milyon tumenî bi awayekî demkî hate azadkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiyê Kurd bi awayekî demkî heya dema dadgehiya wî ji girtîgehê hate azadkirin.

Roja Sêşemî 21`ê Gelawêjê, hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî binçav kiribûn.