Welatiyekî Kurd bi danîna barimtê hate azadkirin

12:44 - 9 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê piştî 108 rojan binçav kirin li girtîgeha îtila`atê, bi danîna barimteyê hate azadkirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 16`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd, yê bi navê “Ebdulah Weysî” temen 44 salî, xelkê gundê “Gulçêr” a girêdayî bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, di rêketa 29`ê Pûşpera îsal de, bi bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû desteserkirin.

Ew welatiyê Kurd di heyama desteser kirinê de, li destpêregihîştina parêzer bê par bû.