Welatiyekî Kurd bi 11 sal hepsa te`zîrî hate cezadan

12:56 - 4 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Hikmê 11 sala hepsa te`zîrî di ser welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê de, ji aliyê dadgeha Urmiyê ve hate sepandin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, cezayê 11 sal hepsa te`zîrî li ser welatiyekî Kurd ê bi navê “Xefûr Berhem” ê xelkê gundê “Emîr Ava” a girêdayî bajarê Şinoyê di dadigeha Urmiyê de hate sepandin.

Ew welatiyê Kurd di meha sala 1397`an ji aliyê dadgeha gişîtî û şoriş ya bajarê Şinoyê ve, bi tohmeta “çalakîkirin li dijî ewlehiya neteweyî ji rêya pêkanîna civînan bi awayekî xirap li dijî ewlehiya navxweyî” bi 5 sal hepsa te`zîrî, û herwisa bi tohmeta “hilgirtin çekên nayasayî” bi 5 sal hepsa te`zîrî, û herwisa bi tohmeta “binpêkirina sînor bi awayekî neyasayî” bi salek heps hate cezadan.

Pêka çavkaniyeke agehdar, wezareta îtila`atê di qonaxên pêregihîştin a dadgehîkirina wî welatiyê kurd de desttêverdan kiriye û navbirî li hebûna parêzer bê par kiriye.

Xefûr Berhem di sala 1397`an de bi tohmeta “endambûn û alîkarîkirin digel yek ji Hizbên Kurd ên Opozisiyon ên hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû desteserkirin.