Welatiyekî din li bajarê Şinoyê hate binçavkirin

16:42 - 31 Kanûna Paşîn 2021

Roja Şemî 11`ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Feysel Elî Abadî”, kurê Yasîn û xelkê gundê “Şawanê” yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Heta niha lipeyketina malbata Feysel, bo agehdarbûn ji çarenvîsa navbirî bê par mane. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.

Di vê derheqê de, roja Şemî 11`ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Şefî`i Şêxe” kurê Rehîm, xelkê gundê “Çeşmegul”a ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.