Welatiyekî bajarê Pîranşarê bo girtîgeha îtila`ata Urmiyê hate veguhastin

16:52 - 19 Îlon 2019

Ajansa kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Pîranşarê, bo vekolînê bo girtîgeha îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê hate veguhatin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçehihaniya “Kurdpa”yê, li heyama çend roja berî niha, welatiyekî Kurd ê bi navê “Reza Ehmedî” xelkê gundê “Tirkeş” a girêdaya bajarê Pîranşarê, bo vekolînê bo girtîgeha Spaha Pasdaran hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, roja Pêncşemî, 10`ê Gelawêjê, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Hizbên Kurdî ên Opizsyiona ên hikûmeta Îranê”, ji aliyê îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Pîranşarê ve, hatibû desteserkirin.

Ji aliyeke din ve, roja Duşemî, 25`ê Xermanan, welatiyekî Kurd bi navê “Cemal Guderzî” xelkê gundê “Çirosane” a girêdayî bajarê Kamyaranê, bi dana barimte ya bi qasî 300 milyon tûmenî, bi awayekî demkî li girtîgeha îdariya îtila`ata bajarê Sine, hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, roja Çarşemî, 16`ê Gelawêjê, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek Hizbên Kurdî ên Opozisyion ên hikûmeta Îranê”,  ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin û bo vekolînê bo îdareya îtila`ata bajarê Sine veguhastibûn.