Welatiyeke Xelkê Bajarê Serdeştê ji aliyê Hêzên ewlekariyê yê dewleta Îranê hate binçav kirin

13:21 - 16 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek xelkê bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên Îttlatî yê n Dewleta Îranê hate girtin û piştî 3’ê rojan hate azad kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Sêşemiyê berwar 11’ê Hezîranê, welatiyek xelkê bajarê Serdeştê binavê “Îbrahîm Cenetiyan”ji aliyê hêêzn Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hate girtin û piştî 3’ê rojan girtinê li Îdareya Îttlat ya wî bajarî hate azad kirin.

Azad Cenetiyan piştî gazîkirinê bi tawana alikariya zewayê xwe yê binavê Silêman Xizirî hate girtin û bo heyamê 3’ê rojan kevte bin lêpirsîna hêzên dewletê de.

Silêman Xizirîku berê wek nûçegihan li navenda deng û reng ya bajarê Urmiyê kar dikir, di pêywendiyek telefonî de bi ajansa kurdpa ragehand, bo heyamê 3’ê rojan ku ez li mala wan de bûme, lêpirsîn jê kirine.

Silêman Xizirî ku seva zext û giwaşên Îdareya Îttlat welat cih hêştiye, bilav kir ku hêzên Îttlatî bi babê xêzana min ragehandine ku divêt hemû rojê serdana Îdareya Îttlat bike û xwe bi wan bides nasandin.

Silêman Xizirî Dîkomênt sazê Kurd seva vê yekê ku li ser jiyana Kolberên Kurd yên ser sînoran mijûlî çêkirina dîkomêntekê bû, kevte bin zext û giwaşên hêzên Îttlat û bi neçarî li Îranê rewiya.