welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

21:06 - 15 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Jina Kurd ya xelkê bexşa “Bayingan” a girêdayî bajarê Pawe, bi sedema arîşeyên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 24`ê Cozerdana 1398`an, jina Kurd ya temen 32 salî ya bi navê “Şêwa Xusrewî” keça Welî û xelkê “Bayingan” a girêdayî bajarê Pawe, bi sedema arîşeyên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.

Ew jina Kurd, bi xwarina “Heaba Birinc” xwe kuştiye û termê wê bo nexweşxaneya yasayî ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Ew jina Kurd, du rojan berî ku dest bi xwekujiyê bide, ji hevjînê xwe telaq standibû û dayîka du zarokan bû.

Her di vê derheqê de jî, roja Çarşemî 22`ê Cozerdana 1398`an, jineke din ya temen kêm, ya bi navê “Jîla Mizeferî” temen 25 salî û keça Arif û xelkê gundê “Pişte” a girêdayî bajarê Kamyaranê, dawî bi jiyana xwe anî.

Ew welatiya Kurd, bi sedema arîşeyên malbatî dawî bi jiyana xwe aniye.

Tê gotin ku ew jina Kurd, bi awayî daliqandinê, dawî bi jiyana xwe aniye.