Welatiyeka xelkê bakûrê Kurdistanê bi girtîgehê hate cezadan

17:55 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2021

Taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, welatiyeka Kurd ya bi navê “Sinûr Tamara", xelkê bakûrê Kurdistanê, bi 10 sal û yek roj girtîgeh ceza kir.

Kombûna dadgehîkirina wê welatiya Kurd roja Çarşemî 2`ê Pûşperê, bi awayê elekteronîkî û bi bê amadebûna parêzerê diyarîkirî di nav girtîgeha bajarê Urmiyê de, bi tohmeta “endambûn li Partiya Kedkarên Kurdistanê ” bi rê ve çûbû û roja Şemî 12`ê Pûşperê, cezaya 10 sal û yek roj girtîgeh, bi awayê fermî li benda jinan a wê girtîgehê bi navbirî re hatibû ragihandin.

Ew welatiya Kurd li demsala Payîza sala 1399`an, li yek ji gundên bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û piştî 6 mehan lêpirsîn li girtîgeha Îtila`ata Spahê, di dawiya meha Reşemeya heman salê de, bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin. 

“Sinûr Tamara" li 4`ê meha Xakelêweyê, careke din bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê hatibû veguhastin û piştre bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû zîvirandin.