Welatiyeka Kurd li bajarê Bokanê agir berda cestê xwe

18:10 - 8 Gulan 2021

Roja Pênşemî 16`ê Banemerê, welatiya Kurd a bi navê “Suybe Seyîd Ebdullazade” a keça Xalîd û xelka gundê “Hacî Lek” ê ser bi devera “Çomê Mecîdxan” a bajarê Bokanê, agir berdabû cestê xwe û bi sedema kûrahiya birînan li yek ji nexweşxaneyên bajarê “Tewrêz”ê canê xwe ji dest da.

Ew welatiya çend rojan berî niha bi sedema “pirsgirêka malbatî” agir berdabû cestê xwe û bo tedaviya pizîşkî bo navendên dermanî yên bajarê “Tewrêz”ê hatibû veguhastin.

Di vê derheqê de, welatiyeka Kurd a bi navê “Fatime Elîpûr” a keça “Osman” û xelka gundê “Kanî Reş” ê ser bi devera “Soma û Biradost” a bajarê Urmiyê agir berda cestê xwe û dawî bi jiyana xwe aniye.