WELATIYEK “ŞINO” PIŞTÎ BINÇAVKIRINÊ BO CIHEK NE EŞKERE HATE VEGUSTIN

15:37 - 29 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê roja Şembiyê welatiye Kurde Şinoyê li gundekî girêdayî wê bnajarî hate binaçvkirin.

Pêka Ajansa Kurdpa, roja 26’ê Tebaxê kesek bi navê “Umêd Resûl Pûr”ê 29 salî xelkê “Mîrawa” hate binçavkirin û ji bo şûnek ne xuya hate veguhastin.

Pêka yek ji Nêzîkên Malbata wî, wan çend caran serdana şûnên Qezayî kirine lê bersivek bi wan nehatiye dayîn.

Heya belavkirina wê Nûçeyê, sedema girtina wî û Şûna rawestandina wî eşkere nebûne.

Li gor Navenda Amara Kurdpa, li 70 rojên bihorî de 107 welatiyên Kurd li Kurdistan Îranê bi sedemên Çalakiyên çandî, Wêjeyî, Civakî, Sivîl û Siyasî hatine binçavkirin.

Ev amar ji Navenda Amara Kurdpa belavbûye lê renge amara rastîn ji viya zaftir be.