Welatiyek Seqizî Ji Aliyê Dadgeha Vî Bajarî Ve Bi 18 Meh Zîndanê Hat Mehkûmkirin

12:41 - 24 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Dadgeha Şoreş ya bajarê Seqizê, 18 meh zîndana Tezîrî ji bo welatiyek Kurd ê bajarê Seqizê bi navê Ebûbekir heyderî der kir.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa, Ebûbekir Heyderî temen 22 salî û xelkê gundê Tayir Buxe ya bajarê Seqizê bi tawana hevkarîkirin ligel yek ji partiyên opozîsiyon ên dijî Îranê ji aliyê dadgeha Şoreşa vî bajarî bi 18 meh zîndanê hat mehkûmkirin.

Nûçegihaniya Kurdpa herwiha got: “Ebûbekir Heyderî berê jî û li meha Pûşpera îsal de ji aliyê hêzên ewlekarî ên bajarê Seqizê hat destbisekirin û bo heyamê mehekê di jora takekesî de hatibû destbsiserkirin.

Navbirî piştî mehekê bi dana rehîna 50 milyon tûmenî bi awayek demkî hat azadkirin.