Welatiyek piştî gazîkirin bo îdareya Îtla`at li bajarê Dîwandere hate binçavkirin

17:47 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Pênşemî 17`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ehmed Sadiqî”, xelkê gundê “Şaqela” ê ser bi bajarê Dîwandere, piştî gazîkirin bo îdareya Îtla`ata bajrê Sineyê hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiye ji aliyê hêzên ewlehî ve bi rêya peywendiya telefonî hatiye gazîkirin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihandiye: “Ehmed Sadiqî” bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî ên dijberî hikûmeta Îranê”, bo îdareya Îtla`ata bajarê Sineyê hatiye gazîkirin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye, ku ew welatiye li heyama binçavkirinê de li “destpiragihîştin bi parêzer û çavpêkevtina digel malbata xwe”, hatiye bêparkirin.  

Heya niha lêpeyketinên malbata “Ehmed Sadiqî” bo agehdarbûn ji qedera navbirî bi encam mane.