Welatiyek Merîwanî bi 6 meh girtîgehê hate cezadan

17:40 - 5 Kanûna pêşîn 2020

Di çend rojên derbasbûyî de welatiyekî Kurd yê bi navê “Xîret Perwaze” temen 30 salî kurê Rehman xelkê gundê “Nê”yê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê dadgeha Înqilab a wî bajarî bi 6 meh girtîgehê hate cezadan.

Dadgehê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarî digel yek ji partên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê” tohmetbar kir.

Ew welatî ji derheq cezaya ku bi ser wî de hatiye sepandin ji aliyê dadgeha înqilaba bajarê Merîwanê, nerazîtiya xwe nîşan da û dosiyeya wî bo pêdaçûnê bo dadgeha pêdaçnê hate şandin.

Roja Duşemî 19ê Cozerdanê ew welatiyê Kurd piştî gazî kirina bo îdareya Ît’ilatê û dawiya meha Puşperê piştî dawî hatina heyamê jêpirsîna wî bi danana barimteyê bi awayekî demkî hate berdanê.