Welatiyek li Merîwanê bi teqeya hêzên Întizamî yên dewleta Îranê hat birîndar kirin

15:33 - 6 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd ê xelkê Merîwanê bi teqeya rasterast a hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê bi xurtî hat birîndar kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, êwariya roja Sêşem berwar 5’ê Adara 2013’an welatiyek Kurd binavê “Xelîl Rostemî” naskirî bi “Xelîl Naziye”xelkê gundê “Savcê”li nêzîk gundê wan ji aliyê hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê kevte berdestrêjê û bi xurtî hat birîndar kirin.

Wilatiyê Kurd seva xurtbûna birînan jibo nexweşxaneya bajarê Merîwanê hat rêkirin û di pişka “Acu”li bin çavedêriya pizişkî deye.

Kesek nêz ji malbata wan bi ajansa kurdpa,ê ragehand: Xelîl Rostemî niha bêhişe û egera mirina vî heye.heta dema bilav bûna vê nûçeyê sebebê teqe kirina hêzên Întizamî ji navhatî nehatiye zanîn.