Welatiyek li dema girêdana darbestê bo banghêjiya hilbijartinê canê xwe ji dest da

Roja Înê 26`ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Muhsên Nûrî” kurê Îbrahîm xelkê gundê “Salyan” a ser bi navçeya Jawero ya bajarê Sineyê, di dema girêdana darbestê bo banghêjiya helbijardinê, rastî berq girtinê hatiye.

Ew welatiyê Kurd, di dema girêdana darbestê de bo sitada banghêjiya yek ji nûnerê meclisê yê bi navê “Seyîd Mêhdî Ferşadan” li çar rêya “Şuheda” a bajarê Sineyê rastî wê bûyerê hatiye.