Welatiyek li bajarê Bokanê bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:55 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Yekşemî 27`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Celal Wefayî”, kurê Hecî Umer bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê hatiye azadkirin.

Roja Pênşemî 24`ê pûşperê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîşê ser mala wî welatiyê kiribûn û piştî vekolîna mala wî navbirî binçav kiribûn.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser Celal Wefayî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.