Welatiyek li bajarê Baneyê hate binçavkirin

17:35 - 31 Adar 2021

Sibêdeha roja Pênşemî 5`ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd yê bi navê “Celîl Xudayî” xelkê gundê “Yeqûb Ava” ê ser bi bajarê Bane ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyek yasayî hatiye binçavkirin û piştre bo ciheke nediyar hatiye veguhastin.

Hêzên ewlehî ew welatiye, piştî birêveçûna rêûresma Newrozê li gundê “Yeqûb Ava” binçav kirine.

Heya niha lipeyketina malbata wî welatiyê ji bo çarenivîsa kurê xwe bê encam maye.

Di vê derheqê de, sibêdeha Pênşemî 5`ê Xakelêwe, çar welatiyên Kurd yên bi navên “Ribwar Qadirî, Perwîz Qadirî, Behroz Qadirî û Hewjîn Qadirî” xelkê gundê “Yeqûb Ava” ê ser bi bajarê Bane ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.