Welatiyek Kurdê Bokanî hate girtin

13:33 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd yê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hate binçav kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Roja Sêşem berwar 24’ê Tîrmeh, welatiyek Kurd yê binavê “Yusif Salihzade”temen 42 salî û kurê “Kerîmê hacî Sale”ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li mala xwe de li bajarê Bokanê hate girtin û jibo cihek nediyar hate veguhastin.

Çavkaniyek haydar li bajarê Bokanê bi nûçegihaniya kurdpa ragehand, hêzên Îttlatî li heman demê de kompiyutêr û mobayla û hejimarek ji pirtûkên wî yên takekesî li gel xwe de birine.

Heta dema bilav bûna vê nûçeyê serbarî dudaçûn malbata wî, çi nûçe û zaniyariyek li ser rewş û cihê ragirtna wî li berdest de nine.

Ji aliyek din girtiyek siyasî yê yê girtîgeha Qurwe binavê “Heyder Reşîdî””seva nerazîbûn bi biryara berpirsyarên zîndanê, bo jûra takekesî ya wê zîndanê hate veguhastin.