Welatiyek Kurd Yê Seqizê Bi 4 Sal Zîndanê Hat Mehkûm Kirin
12:22 - 12 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Welatiyek bajarê Seqizê ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Leşkerî ya Parêzgeha Kurdistanê bi 4 sal zîndana tezîrî mehkûm bû.
Ajansa Nûçegihaniya Mukrian belav kir Mihyedînd Azadî, xelkê bajarê Seqizê du sal beriya niha bi tawan sîxorî hat destbiserkirin û li ecanm de 4 sal zîdan jêre hat birîn.
Tawana Mihyedîn şandina belgeyên polênkirî ên nepenî û nûçe û raporên nav bajar bo derveyî welat û bîhaniyan.
Mihyedîn Azadî niha li zîndana bajarê Seqizê de li halê derbazkirina hikma zîndana xwe ye.