Welatiyek Kurd seva Êrîşa Hêzên Ewlehî di Êgir de Şewitî

17:25 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Roja bihorî bi sedema Êrîşa Hêzên Hukûmî, Welatiyek Kurd xelkê Selasê Bawecanî di Êgir de Şewitî û di encam de jiyana xwe ji dest da.

Pêka Rapora Ajansa nûçeyiya Kurdpa, Roja 1’ê Gelawêjê, kesek bi navê Sabir Xûn Siyaweşan li nizîk gundê Şêx Sele a Selasê bi teqeya Hêzên Ewlehî êgir vêket û pişt re jiyana xwe ji dest da.

Ew welatî ku Jin û Zarûyên wî hene, di maşîna xwe a Barraker de ku Hilderê Benzînê bûye şewitiye û jiyana xwe ji dest daye.

Pêka amara ku navenda Amara Kurdpa Radigehîne, li destpêka sala 1391’an ve heya niha 16 Welatiyên Kurd bi teqeya rasterast a Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê Jiyana xwe ji dest dene.