Welatiyek Kurd piştî 4 salan, hat darvekirin

16:17 - 24 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd yê xelkê Herêma Tirgewer a bajarê Urmiyê piştî 4 salan zîndanê, li zîndana Urmiyê hat darvekirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,sibêdeya roja çarşem berwar 23’ê nîsana 2013’an kesek binavê “Nezmî Ebasnijad” temen 32 salî û kurê mihyedîn û xelkê gundê “Têbetan” a herêma Tirgewer hat darvekirin.

Welatiyê han roja bihurî jibo birêvebirina hukmê xwe jibo qerentîneya girtîgeha Urmiyê hat veguhastin û sibêdeya Îro bi biryara dezgeha qezayî ya komara Îslamiya Îranê bi tawana kirîn û firotina madeyên hişber hat darvekirin.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara kurdpa,li destpêka sala 2012’an heya niha 56 welatiyên Kurd li Kurdistana Îranê bi tawanên cûr bi cûr hatine darvekirn û her wiha 21 welatiyên din yê Kurd ji aliyê dezgeha qezayî ya Îranê bi darvekirinê hatine mehkûm kirin ku 9 kes ji wan çalakvanên siyasî ne.