Welatiyek Kurd Li Zîndana Urmiyê De Dest Da Gireva Birçîbûnê

20:22 - 29 Çirriya paşîn 2011

Kurdpa: Welatiye Kurd û xelkê bajarê Şino ku zêdeyî salekê ye hatiye destbiserkirin, bo diyarîkirina nerazîbûna xwe derheq neronbûna çarenivîsa xwe dest da gireva birçîbûnê.


Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li bajrê Şino, Mihyedîn Îbrahîmî, kurê Mihemed, salek beriya niha bi tawana hevkarîkirina ligel yek ji partiyên Kurd ên opozîsyona Komara Îslamî ya Îranê hatibû destbiserkirin.

Mihyedîn Îbrahîmî li ser biryara berpirsên Urmiyê bo jora takekesî hatiye şandin.