Welatiyek Kurd li Şinoyê bo carek din hate binçav kirin

12:43 - 4 Adar 2013
Ajasa Kurdpa: Welatiyek Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê jialiyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hat girtin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Şemî berwar 2’ê Adara 2013’an welatiyek Kurd binavê “Kamil Selamet”kurê Mihemed Emîn û xelkê bajarê Şinoyê bo careke din jialiyê hêzên Îttlatî ên dewleta Îranê hat binçavkirin û jibo cihek nediya hast şandin.

Çavkaniyek nêz ji malabata vî bi ajansa Kurdpa,ê ragehan: Kamil Selamet berwar 11’ê Tirmeha 2011’an seva alikarî tevî partiyek Kurdistanî hatibû girtin û piştî 5 mehan girtinê, bi danina barimteyê hatibû azad kirin.

Çavkaniya han base vê yekê kir,heya niha serbarê lêgerîn û dûdaçûna malbata wî, tu zaniyariyek jialiyê hêzên Îttalatî nehatiye bilav kirin.

Li gor amara Navenda Amara Ajansa Kurdpa, li destpêka îsal heya niha 78 welatiyên Kurd li herêma Kurdistana Îranê jialiyê hêzên Îttlatî û Întizamî yên dewleta Îranê hatine girtin.amara han bi pişt girêdan bi navenda amara Kurdpa,ê tê bilav kirin û dibe amara rastîn gelek zêdetir be.