Welatiyek Kurd li Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:38 - 15 Hezîran 2021

Roja Sêşemî 25`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Setar Mam Elî”, kurê Zurar û xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiye binçav kirine.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye piştî binçavkirinê, ji bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Setar Mam Elî” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.