Welatiyek Kurd Li Mehabadê Bi Teqeya Hêzên Întizamî Hat Kuştin

12:15 - 26 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Di encama destrêjiya rasterast ya hêzên întizamî yên Îranê, welatiyek Kurd bi navê Rehman Bayzîdî li Serdeştê canê xwe ji dest da.
Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li bajarê Mehabadê, Rehman Bayzîdî xelkê bajarê Mehabadê li cihek bi navê Ehmed Birîv a devera Serdeştê kete ber destrêjiya guleyên hêzn întizamî û canê xwe ji dest da. Piştre termê wî bo bajarê Mehabadê hat veguhastin.
Li gor ew serjimêriya ku ji Aliyê Ajansa Kurdpa ve hatiye tomar kirin ji meha borî heta niha 9 welatiyên kasibkar li herêmên sersînor bi destê hêzên çekdar ên Îranê hatine kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Eva jî tenê serjimêriya Ajansa Kurdpa ye û renge rêje ji vê yekê zêdetir be.