Welatiyek Kurd Li Îslam Abada Xerb 2 Sal E Li Jêr Pirdek Jiyan Bi Ser Dibe

12:30 - 23 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Di yek ji derwazeyên bajarê Îslam Abada Xerb li Parêzgeha Kirmaşanê û li çend kîlometriya bajar welatiyek bi navê A-I heyamê 2 salan e ku li jêr pirdekê de dijît.

Navbirî hem di warê hizrî û hem di warê cismî ve saxlem e û malpera Îslam Abad Press di hevpeyvînekê de ku ligel vî welatiyê de belav kiriye dibêje: “A-I derbarê pirsyara derheq sedema jiyankirina xwe li jêr pirdê de xwe parastiye û gotiye min tenê pêwîstî bi 15 milyûn tûmen heye daku bikarin pirsên xwe pê çareser bikim.


Li gor lêkolînek ku zanîngeha Razî ya Kirmaşanê encam daye %85 ji xelkê gundakincî ên Îslam Abada Xerb bi sedema bêkarî koçî bajaran dikin.

Li halekê de ku bêkarî yek ji pirsên herî mezin a Îslam Abadê hatiye ragihandin, şanda dewletê di pêvajiya sefera xwe ya bo parêzgeha Kirmaşanê, tenê 800 milyon tûmen bo avedaniya vê bajarê û pêkanîna derfetên karî terxan kiriye.