Welatiyek Kurd li devara Mirgewer bi sedema lipeyketina hêzên hikûmetê canê xwe ji dest da

13:29 - 10 Gulan 2021

Roja Yekşemî 19`ê Banemerê, welatiyek Kurd ê bi navê “Perwîz Cebarî”, 31 salî û kurê Ebdullah û xelkê gundê “Mensûrava” ê ser bi devera Mirgewera Urmiyê bi sedema lipeyketina hêzên hikûmeta Îranê kevte nav rûbarê “Bênar” û hate xendiqandin.

Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên hikûmetê bi şika hebûna kelûpelên qaçax li geliyê “Bênar”ê li pey wî welatiyê Kurd kevtibûn û navbirî jî, ji tirsa hêzên hikûmetê ve kevte nav rûbarê “Bênar”ê û canê xwe ji dest da.

Wê çavkaniyê gotiye: “Piştî peydabûna termê wî welatiyê Kurd û veguhastina wî bo gundê “Mensûrava”, hêzên hikûmetî hatine û termê wî bo Urmiyê veguhastine.

Perwîz Cebarî xîzandar û xwediyê du zarokan e.