Welatiyek Kurd li bajarê Şinoyê hate binçav kirin

14:03 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa:Bavê çalakek siyasî yê xelkê bajarê Şinoyê û akinciyê derveyî welêt ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hate girtin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, sibêdeya roja Sêşem berwar 30’ê Tîrmeh, Ebûbekir Merûfî”bavê çalakê siyasî yê akinciyê derveyî welat, li bajarê Şinoyê hate girtin.

\"14276.jpg\"
Hîwa Merûfî، çalakê siyasî
Li gor gotina çavkaniyek haydar, Ebûbekir Merûfî bavê çalakê siyasî yê Kurd “Hîwa Merûfî”ye ku li heyamê çend mehên bihûrî de berdewam ji aliyê hêzên Îttlatî hatiye gazîkirin û lêpirsîn jê hatiye kirin.

Hîwa Merûfî çalakê siyasî yê Kurd çend mehan beriya niha bi neçarî û seva zext û giwaşên hêzên Îttlatî bi neçarî ji welat hate derê.

Li gor amara tomar kirî li nawenda amara ajansa jurdpa, li heyamê 40 rojên bihûrî de 38 welatiyên kurd ji aliyê hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê hatine girtin.

Amara han bi piştgirêdan bi amara ajansa kurdpa tê bilav kirin û li gor rewşa ewlekariyê li Îran û Kurdistanê de û her wisa nebûna medya azad û saziyên sivîl, dibe ku amara rastîn li vê yekê pitir be.