Welatiyek Kurd li bajarê Kamyaranê dawî bi jiyana xwe anî

14:21 - 1 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: Ciwanek 28 salî yê Kurd li bajarê Kamyaranê seva pirsgirêkên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.


Li gor rapora gihîştî bi nûçegîhaniya kurdpa, roja Yekşemiyê berwar 29’ê Tîrmeh welatiyek Kurd binavê “Hemîd Xulamî kurê Teymûr û xelkê bajarê Kamyaranê seva pirsgirêkên civakî û malabatî dawî bi jiyana xwe anî.

\"14289.jpg\"
Hemîd Xulamî
Çavkaniyek nêz ji wê malbatê bi nûçegîhaniya kurdpa ragehand, Hemîd Xulamî yek ji hunermendên bajarê Kamyranê bû û xwediyê bawernameya Lîsansê û yek ji mamostayên Mosîqayê yê wî bajarî bû ku li mala xwe de dawî bi jiyana xwe aniye.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka îsal heya niha 58 welatiyên Kurd li herêma Kurdistana Îranê dest bi xwekujiyê dane ku ji wan 27 kes Mêr bûne.

Amara han bi piştgirêdan bi amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa tê bilav kirin û dibe ku amara rastîn ji vê yekê pitir be.