Welatiyek Kurd jibo derbas kirina haymê hukmê xwe jibo zîndanê hat şandin

15:12 - 27 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd yê xelkê bajarê Seqizê ku bi 1 sal zîndanê hatiye mehkûm kirin, jibo drebas kirina hukmê xwe bo zîndana nawendî a wî bajarî hat şandin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurpa, çend rojan beriya niha “Sorna Kesnezanî”ku ji aliyê dadgeha Înqilab a wî bajarî bi hukmê salekê hepsê hatibû mehkûm kirin, bo derbaskirina hukmê xwe jibo zîndana bajarê Seqizê hate şandin.

Welatiyê Kurd Sorna Kesnezanî di sala 2011’an de bo heyamê du mehan li girtîgeha Îdareya Îttlat a bajarê Sinê de hatibû girtin û paşê bi danîna barimteyê bi awayek demkî hatibû azad kirin.

navbirî piştî heyamekê ji aliyê dadgeha Înqilab a bajarê Seqizê bi tawan alikarî tewî partiyek Kurdistanî bi 1 sal zîndanê hatibû mehkûm kirin.

kesek nêz ji malbata vî bi ajansa kurdpa ragehand: Soran Kesnezanî piştî vê yekê ku ji aliyê dadgeha vî bajarî bi 1 sal zîndanê hate mehkûm kirin, navbirî li dadgeha pêdaçûnê a bajarê Sinê nerazîbûn li hember hûkmê han nîşan da,lê heya niha çi bersivek wernegirtiye.