Welatiyek Kurd ê xelkê bajarê Bokanê bi zîndanê hat mehkûm kirin

12:47 - 6 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Serdozgeriya Şoreş a bajarê Bokanê welatiyek wî bajarî bi hepsl mehkûm kir.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Şemmî berwar 2’Adara 2013’an serdozgeriya bajarê Bokanê welatiyek wî bajarî bi navê Hîwa Kazimî ê temen 32 sal bi 6 mehan zîndana tezîrî mehkûm kir.

Çavkaniyek haydar bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,ê ragehand: Hiwa Kazimî berwar 11’ê Çiriya Paşîn a îsal ji aliyê hêzên Îttlatî hat girtin û piştî 2 mehan ragirtin li zîndana Îttlata Urmiyê bi danina berimteyê hat berdan.

Serdozgeriya bajarê Bokanê sûçê navbirî pêywendî û alikariya partiyek Kurdistanî hatiye ragehandin.
Li gor amara tomar kiri li navenda amara kurdpa,li destpêka Zivistana îsal heya niha 28 welatiyên Kurd li herêmên cûrbicûr ên Kurdistana Îranê bi sûçên cûrbicûr bi 69 sal zîndanê hatine mehkûm kirin û 2 welatiyên din jî jibilî hûkmê zîndanê bi 12 sal durxistinê bo bajarên dinê yên Îranê hatine mehkûm kirin.

Amara han bi piştgirêdan bi amara tomar kirî di navenda amara kurdpaê tê bilav kirin û dibe amara rastîn pitir be