Welatiyek Kurd bi teqeya hêzên Komara Îslamiya Îranê hat birîndar kirin

20:37 - 16 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd yê xelkê bajarê Banê li nêzîk xala sînorî a Çoman û Xêlereş a dinavbera herêma Kurdistanê û Banê, ji aliyê hêzên Leşkerî yên Komara Îslamiya Îranê hat birîndar kirin.

Li gor rapora gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Çarşem berwar 15’ê Gulana 2013’an welatiyek Kurd binavê “Ehmed”teman 45 salî û kurê Ebdulla li nêzîk xala sînorî a Çomanê bi teqeya hêzên Leşkerî yên Komara Îslamiya Îranê hat birîndar kirin.

çavkaniyek haydar bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Welatiyê han xelkê gundê “Sîwç”a ser bi herêma “Nemeşîr”ya bajarê Banê ye ku piştî birîndar kirinê jibo nexweşxaneya vî bajarî hatiye şandin.

her wisa roja Yekşem berwar 12’ê Gulana 2013’an Kasibakarek Kurd û xelkê herêma Banê binavê “Azad Sûravî” li dema geriyanê bo mala xwe, ji aliyê hêzên Leşkerî yên Komara Îslamiya Îranê li bajarê banê teqe jê hate kirin û bi xurtî hat birîndar kirin.