Welatiyek kurd bi danîna barimteyê hate azadkirin

23:39 - 20 Çirriya pêşîn 2021

Roja Sêşemî 27`ê Rezberê, welatiyekî kurd ê bi navê “Karo Kerîmî”, xelkê bajarê Sineyê, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hate azadkirin.  

Navbirî bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heya bi dawîhatina qonaxa dadgehîkirina wî hate azadkirn.

“Karo Kerîmî” li meha Reşemeya sala 1399an a Rojî, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Urmiyê hatibû binçavkirin.

“Karo” xwêndekarê “Karnasiya Endazyariya avedankirinê” li zanîngeha bajarê Taranê ye.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “karo Kerîmî” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.