Welatiyek ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Pîranşehrê hate binçavkirin

17:15 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2021

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Rêbuwer Husênî”, temen 35 salî, kurê Husên û rûniştiyê bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û piştre bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Ew welatiye 13 rojan berî niha, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Tevî lipeyketina malbata wî welatiyê Kurd bo îdareya Îtila`at a bajarê Pîranşehrê, hêzên ewlehî ji bersivdaneke serast li derheq qeder û cihê ragirtina wî welatiyê Kurd xwe diparêzin.

 “Rêbuwer Husênî” xîzandar û xwediyê du zarokan e.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Rêbuwer Husênî”, de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.