Welatiyek ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:05 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Duşemî 14`ê Pûşperê, welatiyekî yê bi navê “Emîn Îranîzade”, kurê nasir û xelkê gundê “Qasimlo”yê ser bi bajarê Urmiyê, ji aliy hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve, hate binçavkirin û navbirî bona lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin. 

Heta niha lipeyketinên malbata “Emîn Îranîzade” bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam mane. 

Heta dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Emîn Îranîzade”, de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.