Welatiyek di girtîgeha bajarê Îlamê de îdam kirin

16:14 - 16 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Hepsiyekî Kurd bi tohmata “Kuştina bizanebûn”, di girtîgeha navendî ya bajarê Îlamê de îdam kirin.

Roja Çarşemî, 22`ê Xezelwerê, hepsiyek bi navê “Mihemed Resûl Çûlekî”, 23 salî, xelkê bajarê “Eywan a Rojava” ya girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, bi tohmeta “Kûştina bizanebûn”, di girtîgeha navendî ya bajarê Îlamê de, hate îdamkirin.

Tora Mafê Mirov ê Kurdistanê, di vê deheqê de, belav kiriye ku ew hepsiye berê bi tohmate “Kuştina bizanebûn” ji aliyê dezgeha dadwerî ya hikûmeta Îranê ve, bi îdamê hatibû cezadan.

Ew hepsiyê Kurd, xwediyê jin û zarokekî 2 salî ye.