Welatiyek Bokanî bi 5 Salan Zîndanê hat mehkûm kirin

13:28 - 27 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Wilatiyek Kurd ê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê Serdozgeriya Şoreş a bajarê Mihabadê, wilatiyek Kurd bi 5 salan hepsê mehkûm kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, wilatiyek Kurd ê bi navê “Zahid Rostem Poor” temen 28 salî ji aliyê dadgeha bajarê Mihabadê bi yek sal zîndana tezîrî û 4 sal zîndana telîqî hat mehkûm kirin.
Wilatiyê han xelkê herêma “Qere Mûsalî”a ser bi bajarê Bokanê ye û bi tawana alikarî tevî partiyek Kurdistanî hatiye girtin.

Zahid di destpêka Çileya Pêşîn a 2012’an ji aliyê hêzên Îttlatî ên dewleta Îranê hatibû girtin û piştî mehekê bi danina barimteya 200 Milyon timenî bi awayek demki hatibû azad kirin.

Navbirî li destpêka Meha Şibata 2013’na jibo derbas kirina hûkmê xwe , serdana hepsa bajarê Mihabdê kiribû.

Li gor amara tomar kirî di navenda Amara Kurdpa,ê li heyamê 40 rojên bihurî de li herêmên Kurdakincî yên Îranê 14 welatiyên Kurd bi tawanên cûrbicûr hatine girtin û her wiha 2 welatiyên din jî bi dûrxistinê hatine mehkûm kirinê.

Amara han li gor amara tomar kirî di navenda ajansa kurdpaê hatiye tomar kirin û dibe amara rastîn ji hindê pitir be.