Welatiyê Kurd bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê canê xwe ji dest da

14:52 - 20 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Bokanê, ku bi sebeba gollereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi dijwarî birîndar bibû, piştî veguhastina wî bo nexweşxaneya bajarê Mehabadê, bi sedema kurbûna birînan, canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Elî Nesîrî” kurê “hecî Kerîm” xelkê bajarê Bokanê, ku bi sedema gollereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi dijwarî birîndar bibû, piştî derbazbûna çend rojan bi ser birîndarbûnê de, li nexweşxaneya bajarê Mehabadê de, jiyana xwe ji dest da.

Termê wî welatiyê Kurd roja Pêncşemî, 26`ê Rezberê (18`ê Çiriyaq Pêşîn” bi axê hate spartin.

Yek ji kesên nêzîkî navbirî, pêş ji mirina wî welatiyê Kurd ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re dabû xuyakirin ku, golleyek li serê “Elî Nesîrî” ketye û di pişka “ICU” ya nexweşxaneyê de razandin e û egera mirina wî zêdeye.

Roja Înê 20`ê Rezberê hêzên leşkerî yên hikûmetê, li ser riya di navbera Mehabad û Bokanê de, golle berdane ser tiromibîla şexisî ya welatiyê Kurd û di encamê de jî, du kes ji misafirên vê tiromibîlê yên bi navên “Elî Nesîrî” û “Mes`ûd Ekberipûr” bi dijwarî birîndar bibûn.