Wêblagnivîsek Kurd li bajarê Sinê hat binçav kirin

13:23 - 18 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Li dirêjiya şopa girtin û binçav kirina çalakvan û rojnamenivîsên Kurd li Kurdistanê, hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamiya Îranê wêblagnivîsek Kurd li bajarê sinê girtin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, sibêdeya roja çarşenbiyê, wêblagnivîsek Kurd binavê “M.A”temen 28 sal, ji aliyê hêzên ewlekarî yên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Sinê hat girtin û jibo cihek nediyar hat vguhastin.

li heman demê de nûçegihaniya Kurdpa bilav kir ku hêzên Îttlatî mala ev havwelatiyê Kurd geriyane û dest bi ser kompiyotêr û mahwareya vî de girtine.

heta dema bilav bûna nûçeyê çi nûçeyek li ser sedema girtin û cihê ragirtina ew wêblag nivîsê Kurd li berdest de niye.