Waneya mirovnasiyê di zankoyên Îranê de dibe dersa bi neçarî

21:04 - 19 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Serokê Civata Guherîn û Bilindkirina Zanistên Mirovî, Xulam’elî Hedad Adil ragehand ku dersa mirovnasiya Îslamî di zankoyan de tê xwandin û xwendekar dibe bi zorî van waneyan bixwînin.

Nûçegihaniyên hikûmeta Îranê ragehandin ku rûniştina roja borî ya Civata Guherîn û bilindkirina zanistên mirovî a ser bi Konseya Bilind ya Şoreşa Çandî biryar da ku waneya mirovnasiya Îslamî li beşa zanistên mirovî de bêne gotin, û hemû xwendekarên vê beşê dibe bi neçarî vê dersê bixwînin.

Li gora vê biryarê di nava wan pirtkên dersê de ku li ser Îslam û ayînê hene, 15 pirtûk hatine hilbijartin ku naweroka dersî ya van pirtûkan ji aliyê berpirsyarên hewzeya Îlmiye ya Qumê ve têne gengeşekirin.

Hedad Adil di vê derheqê de ragehandiye ku çap û belavkirina vê pirtûkê karekî zaf dixwaze, û biryar hatiye dayîn ku bi alîkariya Nivîsîngeha rêberî ya hikûmeta Îranê, û hejmarek ji wanebêjên hewzeya Îlmiye û zankoyê yek ji van pirtûkan bo dersdanê bêne hilbijartin.

Di Îranê de bo yekem car Xamineyî piştî bûyerên sala 1388’an derheq hilbijartina serkomariyê div î welatî de, pirsa guherîna perwerdehiyê û fêrkirina zanistên mirovî di zankoyan de kir.

Berpirsyarên hikûmeta Îranê bi sala ye ku bas ji bi Îslamîkirina zankoyan û bi taybetî beşên wekî zanistên mirovî dikin û div ê derheqê de jî li ser pêwendiyên zanko û hewzeyê pêdagirî hatiye kirin, û hewla bi Îslamîkirina zankoyan hatiye dayîn.