Di heyama 6 mehên destpêka sala zayînî de, 251 kes li Îranê hatine îdamkirin

18:37 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2022

Saziya Mafê Mirovî ya Îranê di raporekê de ragihandiye ku di heyama 6 mehên destpêka sala zayînî de, 251 kes ji wan 6 jin û 67 welatiyên Belûç in li girtîgehên cuda yên Îranê hatine îdamkirin.

Wê saziyê di wê raporê de daye zanîn: Ew hejmara îdamkirina welatiyên ku heta niha hatine tomarkirin, li gorî heyama sala derbasbûyî zêdebûnek berçav nîşan dide. Di heyama 6 mehên destpêka sala 2022an de, 117 kes hatibûne îdamkirin. Bi vî awayê, hikûmeta Îranê li 6 mehên destpêka sala zayînî de du hemberî sala derbasbûyî, hevwelatî îdam kirine.

Saziya Mafê Mirovî ya Îranê, tevî nîgeraniyek micid li derheq zêdebûna îdamkirinê, daxwazkarê berteka tund a civaka cîhanî bûye.

Di wê raporê de hatiye: Ji gelempera 251 îdamkiriyên ku îsal hatine tomarkirin, tenê 31 halet ji aliyê medyayên navxweyê Îranê an jî çavkaniyên fermî hatine ragihandin û bilî wan hemû bi awayek veşartî hatine îdamkirin.

Li gorî rapora Saziya Mafê Mirovî ya Îranê, di nav îdamkiriyên 6 mehên destpêka sala 2022`an de, hejmara 141 haletan bi tohmeta “kuştina bi zanebûn”, 91 halet “cezayên girêdayî bi madeyên hişber”, 13 halet bi tohmeta “tundûtîjiya tund” bûye. 6 girtî jî bi tohmeta “muharibe” bi îdamê hatibûne cezadan ku di nava wan de, 4 halet tohmetên ewlehî û siyasî di dosiyê xwe de hebûn.